Kanala ROJAVA TV

KONGRA STAR DERBARÊ 8’Ê ADARÊ DE CIVÎNEK LI ŞEHBA LI DAR XIST

Bi boneya 8’ê adarê kongra star li navçeya Ehdas a Şehba civînek li dar xist.
Ji 6’ê sibatê ve kongra star a kantona şehba dest bi lidarxistina civînan ji jinan re kirine, ew jî bi armanca danasîna dîroka 8’ê adarê.
Di vê çarçoveyê de kongra star bi beşdariya jinên nava 4 komînan, civînek li navçeya ehdas a kantona şehba lidarxist.
Di civînê de roja 8’ê adarê hate danasîn û di dawiyê de derbarê roja jinan a cîhanê de sînivisyonek hate pêşandan.