Kanala ROJAVA TV

LI QAMIŞLO JI BO BÎRANÎNA ŞEHÎD BIŞENG Û SARA MEŞEK HATE LIDARXISTIN

Li Qamişlo û Kobanê ji bo bîranîna şehîd Bişeng Birûsk û şehîd Sara Hogir Riha meş hatin lidarxistin.
Di meşan de peyamên berxwedan û tolhildana xwîna şehîdan hate dayîn .

Endama Koordînasyona Komalên Jinên Ciwan û Komîteya Ciwanan a PKK`ê Bîşeng Birûsk û endama Rêveberiya Komalên Jinên Ciwan-Komalên Ciwan Sara Hogir Riha, di 28`ê Tîrmeha 2023`yan de di encama êrişên hewayî yên dewleta Tirk de li Herêmên Parastinê yên Medyayê de şehîd bûbûn.

Ciwanên herêmê ji bo bîranîna şehîd Bişeng Birûsk û Sara Hogir Riha daketin qadan.

Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê li Qamişlo ji bo bîranîna her du şehîdan meşek li dar ket .

Meş bi tevlêbûna şêniyên Qamişlo, endamên (TEV-DEM) û (PYD) hate lidarxistin .

Bi heman armancê û bi durişma “pêşengên me rometa me ne, em ê tola şehîdên xwe hilînin” bi hezaran şêniyên kantona Firatê meşek li dar xistin.

Meş ji Qada Jina Azad destpê kir û li qada Şehîd Egîd a navenda bajarê Kobanê veguherî mîtîngê .

Di mîtîngê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku ku ew ê şopa şehîdan dewam bikin heta ku dagirkeriyê têk bibin .

Meş bi soza tolhildana xwîna şehîdan û soza şopandina rêyan wan û parastina destkeftiyên wan bi dawî bûn .