KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA DOZ Û PIRSGIRÊKÊN JINAN ÇARESER DIKE
Buroya lihevanînê di Meclîsa Jinan a Zenûbiya li kantona Reqayê salane zêdetirî hezar û şeşsed dozen jinan çare dike.
Buro wergirtina gilî û çareserkirina nakokiyên malbatî û bi taybet jin di bûyerên mîras û hevberdanê çalak e.
Meclîsa Jinan a Zenûbya ya li herêmên rizgarkirî di çareserkirina pirsgirêkên jinên herêmê de roleke bingehîn dilîze.
Buroya lihevanînê ya di nava Meclîsa Jinan a Zenûbyayê de ji bo wergirtina gilî û çareserkirina nakokiyên malbatî û bi taybet jin di bûyerên mîras û hevberdanê de gelek çalak e.
Rêvebera Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya navçeya Reqayê Meyada El-Ehmed diyar kir ku pêşxistina jinan û bilindkirina statuya wan di xebatên sazîbûnê de bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye.
Ji aliyê xwe ve rêvebera buroya lihevanînê ya Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Reqayê Newal El-Saleh jî got ku buroya lihevanînê pirsgirêkên jinan çareser dike û parastina mafên wan dike. Hêjayî gotinê ye ku saziyên jinan beşdarî guhertina civakî û çandî bûn, her wiha rola xwe ya jiyanî weke hêmaneke sereke di pêşketin û geşbûna herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de destnîşan kirin.