KOMBÛNA JINAN A ZENÛBYA YA DÊRAZORÊ DERBARÊ 8’Ê ADARÊ DE SEMÎNEREK DA
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê bi armanca pênasekirina dîroka 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanî, semînerek li dar xist.
Bi nêzhatina 8’ê Adarê re Roja Jinan a Cîhanê, li seranserî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê rêzeçalakî, civîn û semîneran tên li darxistin.
Derbarê de, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê bi dirûşma” Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” semînerek li dar xist.
Di semînerê de behsa zehmetî, êş û astengiyên ku li pêşiya jinên Dêrazorê derketine hat kirin.
Her wiha hat gotin ku, bi şoreşa Rojava re ku bi şoreşa jin tê naskirin, rê li ber jinan hat vekirin ku ji bo azadiya xwe rabin ser piyan.
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya ya kantona Dêrazorê tekezî li ser berdewamkirina têkoşînê heta azadiya fîzîkî ya Rêber APO kir.