AKADEMIYA JINEOLOJÎ LI TEBQAYÊ KOMXEBATEK BI NAVÊ “TEZÊN AZADIYÊ” LI DAR XIST
ZEHRÎBAN HISÊN- ENDAMA AKADEMIYA JINOLOJÎ
Akademiya Jineolojî li Kantona Tebqayê ji bo xurtkirina rola jinan di nava civakê de komxebatek bi navê “bi tezên azadî ber bi şoreşa jinê ve ” li dar xist.
Komxebat li Akademiya Şehîd Adar Harûn a Kombûna Jinan a Zenûbiya bi beşdariya bi dehan jinên kantona Tebqayê, komîteyên wê û tevgerên jinan bi rêve çû.
Piştî deqeyek rêzgirtin, mijarên komxebatê hatin nîqaşkirin.
Piştre sînevîzyonek li ser rola jinan di civakê de, paşguhkirina rola wê di serdemên borî de û çawa jinan xwe bi rêya fikrên Rêber Abdullah Ocalan û tezên wî îsbat kirin hat pêşandan.
Di komxebatê de mijarên wek dîroka jin, zayendperestî, rola jin di malbatê de û hevjiyana azad hatin nirxandin.
Komxenbat bi encamnameyekê bi dawî bû, di encamnameyê de hat gotin ku, dê bi tezên Rêber APO şoreşa jin misoger bikin, tola jinan hilînin û xwe li ser paradîgmeya Rêber APO birêxistin bikin.