Kanala ROJAVA TV

CIWANEKÎ JI KOBANÊ BI RENGEKÎ BEDEW Û BALKÊŞ TABLOYAN XÊZ DIKE

Ciwanekî ji Kobanê yê bi navê Îsmaîl Hisê bi hunereke cîyawaz û balkêş tabloyên rengîn xêz dike.

Îsmaîl di tabloyên xwe de behsa rastî û reseniya civaka xwe dike.

Îsmaîl Hisê ji Rojava TV re behsa serpêhatiya xwe ya hunerî dike. Şêwekarê ciwan Îsmaîl Hisê yê ji bajarê Kobanê bi hunereke cîyawaz û rîşeke balkêş, tabloyên rengîn û bedew xêz dike.

Îsmaîl jidayîkbûyê sala 2006’an e û di zaroktiya xwe de, bi eşq berê xwe dide qada hunerê û bi piştevaniya malbata xwe, dest bi xêzkirina tabloyan dike.

Îsmaîl ji Rojava TV re behsa serpêhatiya xwe ya hunerî dike.

Îsmaîl Hisê li ser tabloyên xwe, wêneyên ku çand, resenî û realîtiya civaka wî vedibêjin, xêz dike. Îsmaîl Hisê yê 17 salî ji bo avakirina pêşerojeke ronîdar berdewam bi hemû karîn û şîyanên xwe lêkolîn û lêgerînên giring pêk tîne.

Îsmaîl ji ciwanên behremend hêvî dike ku bidin dû behreyên xwe û armancên xwe pêk bînin.