Kanala ROJAVA TV

EKÎBA ORKÎD BI BONEYA 8’Ê ADARÊ DÎWARÊN QAMIŞLO BI XÊZKIRINA WÊNEYAN DIXEMILÎNE

Bi boneya 8’ê adarê, ekîba Orkîd ya wênexêziyê dîwarên bajarê Qamişlo bi wêne û xemlên rengîn dixemilîne.

Şêwekaran diyar kirin ku armanca wan xweşkirina dilê welatiyan û vejandina çanda kevnar e.

Ekîba Orkîd ya xêzkirina wêneyan, bi boneya 8’ê adarê wêne û dîdarên ciwan û balkêş li ser dîwarên bajarê Qamişlo xêz dike.

Ekîba Orkîd ji 28 şêwekarên ciwan yên xwedî behre û şiyanên dewlemend ên wênexêziyê pêk tê.

Salane bi nêzbûna 8 û 21’ê adarê, ji bo xweşkirina dilê welatiyan, ew wêneyên ku xemla bişkivîna xwezayê û reseniya jinan derdixin holê, xêz dikin.

Ekîba Orkîd beriya niha dîwarên navçeya Tirbespiyê jî bi xeml û xêzên rengîn xemilandibûn.

Dirûşmeya Jin Jiyan Azadî ku li ser dîwar hatiye xêzkirin, weke piştevaniyekê ji bo jinên Rojhilatê Kurdistanê û tekezkirina vejandina rihê Jînayê ye.