Kanala ROJAVA TV

JINÊN HERÊMÊ AMADEKARIYÊN PÎROZKIRINA 8’Ê ADARÊ DIKIN

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yûsif derbarê girîngiya 8’ê Adarê Roja Cîhanî Ya Jinên Kedkar de, ji Rojava TV re axivî û got, bi pêşengiya jinan şoreşa Rojavayê Kurdistanê her ku diçe geştir dibe.

Her wiha da zanîn ku, jinan di nava 12 salên şoreşa Rojava de mohra xwe li dîrokê xistin.

Li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên ji bo pîrozkirina 8’ê adarê roja cîhanî ya jinên kedkar dest pê kirine.

Çalakiyên îsal bi dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” bi rê ve diçin.

Endama meclisa giştî ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Perwîn Yûsif ji Rojava TV re got, bi pêşengiya jinan şoreşa Rojava her ku diçe geştir dibe.

Her wiha Perwîn Yûsif da zanîn ku, jinan di nava 12 salên şoreşa Rojava de mohra xwe li dîrokê xistin.

Beriya şoreşa 19’ê Tîrmehê, çalakiyên pîrozkirina 8’ê adarê dihatin qedexekirin. Her wusa mafên jinan di destûrê de dihate binpêkirin, lê piştî avakirina Rêveberiya Xweser roja 8’ê adarê bi coş û kelecaneke mezin tê pîrozkirin û mafên jinan parastiye.