Kanala ROJAVA TV

SÛC Û KIRYARÊN LI EFRÎNÊ PÎVAN Û ZAGONÊN NAVNETEWÎ DERBAS KIRIYE

Jinên Efrînî derbarê sûcên li Efrîna dagirkirî de diyar kirin, rewşa ku Efrîn û xelkên wê yên resen tê re derbas dibin metirsîdar e.

Her wiha gotin, çete bi sûcên xwe dixwazin vîna jinê bişkînin û nirxên wê têk bibin.

Ji dema dagirkirina Efrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve, xelkên Efrînê yên resen bi taybet jin rûbirûyî hemû cûreyên sûc û kiryarên dermirovî û derexlaqî tên.

Tevî ku bi dehan raporên ku sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên Efrînê belge kirin û rûyê rast ê dagirkeriyê ji raya giştî re aşkere kir, lê heta niha Rêxistinên Hiqûqî yên Navnetewî bê deng mane.

Derbarê sûcên li Efrîna dagirkirî, Hevseroka Meclisa Giştî ya Taxa Şêxmeqsûd a Helebê Hêvîn Silêman diyar kir, rewşa ku Efrîn û xelkên wê yên resen tê re derbas dibin metirsîdar e.

Her wiha Jina Efrînî ya bi navê Bêrîvan Dodex derbarê sûcên çeteyan de yên li dijî jinan got, çete bi sûcên xwe dixwazin vîna jinê bişkînin û nirxên wê têk bibin.

Çeteyên Dewleta Tirk a dagirker li Efrînê dagirkirî sûcên revandin, destdirêjî, qetilkirin, êşkencekirin, û talankirinê dewam dikin.

Çete li hemberî serbestberdana welatiyan fidyeyên bi dolarê emerîkî dixwazin.