CIVÎNA SALANE YA MECLISA CÎBICÎKAR A RÊVEBERIYA XWESER BI PLANSAZIYEKÊ BIDAWÎ BÛ
Civîna salane ya Meclisa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi plansazî, pêşinyar û tekezkirina li ser pêkanîna bendên hevpeymana civakî bidawî bû.
Civîn li hola civînan a Meclisa Cîbicîkar a li kantona Reqayê hat lidarxistin.
Hevserokatiya Meclisa Cîbcîkar a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîgirên hevserokatiya Meclisê û hevserokatiyên meclisên rêveber ên heft kantonan beşdarî civînê bûne.
di civînê de rewşa siyasî û geşedanên dawî yên li herêmê hatin nirxandin.
Her wiha rapora xebat û çalakiyên Meclisê yên sala 2023’yan hat xwendin û rewşa rêxistinî û Rêveberî hatin nirxandin.
di dawiyê de nîqaş li ser çawaniya derbaskirina ziyanên ku ji ber êrîşan li binesaziya herêmê hatiye kirin, hate kirin û plansaziya dema dahatî hate dayin her wiha tekezî bi pêkanîna bendên hevpeymana civakî hate kirin.