Kanala ROJAVA TV

JINÊN HELEBÊ AMADEKARIYÊN PÊŞWAZIYA 8’Ê ADARÊ DIKIN

Bi nêzîkbûna 8’ê Adarê, Roja Jinan a Cîhanî re, jinên cîhanê xwe amade dikin ku vê roja taybet pîroz bikin.
Têkildarî vê bûneyê, Tevgera Hîlala Zêrîn ya Helebê, tevî zehmetiya û dorpêça li ser taxên Şêx Meqsûd û Exrefiyê amadekariyên hunerî ji bo pêşwazîkirin û pîrozkirina roja 8’ê Adarê dike.
Ji perwerdehiya stran û dîlanên gelêrî û heya amadekirina şanoyan, jinên taxên Şêx Meqsûd û Exrefiyê xwe bi awayekî rêkûpêk amade dikin.
Rêveberên Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê, roja 8’ê Adarê li hemû jinên cîhanê pîroz kirin û destnîşan kirin ku pîrozbahiya îsal wê layiqî navê jinên Kurd ên azad be.