QUTKIRINA AVÊ LI SER KAMPÊN ŞEHBAYE KIRÎZEKE MEZIN DIAFRÎNE
Nebûna pêdiviyên herî bingehîn ên jiyana rojane, jiyana koçberên efrînî li kampên Şehbayê aloztir dike.
Di vê çarçoveyê de koçberên Efrînî ji kamereya Rojava tv re axivîn û biryara qutkirina ava vexwarinê ji aliyê UNISEF ve şermezar kirin.
Ji dorpêça dijwar ya hikumeta Şamê û êrîşên hovane yên dewleta Tirk ve heya qutkirina avê ji aliyê UNICEF ve li ser mal û çadirên koçberên Efrînî yên li Şehbayê, keraseteke mezin di asoyan de li ba dibe.
Di vê çarçoveyê de kamereya Rojava TV nêrînên koçberên Efrînê yên li kampa Serdemê şopand û tê de êş û azarên ku di nebûna debara jiyanê û pêdiviyên xwe yên rojane de dijîn, nîşan dan
Koçbera Efrînî ya bi navê Necah Mihemed êş û azariya li kampan anî ziman û tekez kir ku vegera li ser axa Efrînê bi tena xwe dikare jiyana wan ronîtir bike.
Ji aliyê xwe ve, “Kurdistan Mihemed” amaje bi wê yekê kir, ku qutkirina ava kampan dê di rojên pêş de bibe sedema rewşeke nebaş bi taybet bi hatina havînê re.
Biryara qutkirina avê ji aliyê UNICEF ve di 15’ê Sibatê îsal de bi awayekî fermî hat aşkerekirin.
Di encama vê kiriyarê de, bi hezaran malbat di bin metirsiya nexweşiyê de ne, li hember vê jî bêdengiyeke sîstametîk ji aliyê rêxisitinên ku bi navê mirovî tên naskirin heye.