Kanala ROJAVA TV

HUNERMEND SEÎD YÛSIV LI QAMIŞLO HAT BIBÎRANÎN

Malbata hunermendê Kurd ê nemir Seîd Yûsiv, bi şahiyekê salvegera 4’an a wefata wî bi bîr anî.
Di bîranînê de bi dehan şêniyên Qamişlo, Desteya Çandê ya kantona Cizîrê û saziyên civaka sivîl beşdar bûn.
şahî bi axaftina Rêveberê Yekitiya Nivîskarên Kurd a Sûriyê Qadir Egîd li ser jiyana hunermendê nemir Seîd Yûsiv û berhemên wî yên muzîkê dest pê kir.
Di bîranînê de sînevîzyonek li ser axaftinên malbata hunermend derbarê jiyana wî ya hunerî de hat pêşandan û gurzek ji stranên hunermendê nemir ji aliyên hunermendên beşdar ve hatin gotin.
paşê xelata seîd yûsiv a 4’an bo nivîskar û zimanzanê kurd Deham Ebdulfetah hate pêşkêşkirin.
hunermend Seîd Yûsiv di 26’ê Sibata 2020’an de koça dawî kir û li şûn xwe huner û kedeke mezin ji pêşxistin û parastina mîrasa stranên Kurdî hêşt.