Kanala ROJAVA TV

WEQFA JINA AZAD JI BO PÊŞXISTINA KARÎNÊN JINAN KAR DIKE

Weqfa Jina Azad ji bo pêşxistina karînên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi vekirina gelek perewerdeyên pîşeyî, ji bo bidestxistina xweserî û xwerêveberiyê kar dike.
Rêveber û mamosteyên weqfa jina azad a kantona Firatê dan zanîn ku ew kar û xebtan dikin da ku jin karibe xwe bi xwe birêvebibe.
Wqafa Jina Azad li Sûriyê ji bo vekirina dewreyên perwerdeyê û bilindkirina asta fêrbûnê li gel jinan kar dike.

Wqafa Jinan ji bo vekirina gelek korsên perwerdehiyê ewke dirûtinê, kuafor, kompiyûter, alîkariya yekem û ziman û dayîna waneyên hişyariyê li ser madeyên hişber û hişyarkirina ciwanan di civakê de kar kir.

Di vê çarçoveyê de Rêvebera Weqfa Jina Azad a kantona Firatê Şêrîn Mihemed ji Rojava TV re axivî û behsa proje û dewreyên perwerdeyê yên ku jin dibînin kir.

Mamosteya Beşa kiwafêrtiyê ya weqfa Jina Azad Bêrîvan Berxo jî destnîşan kir ku piştî qedandina korsên kuaforiyê, belgeyên pispor ji bo xebat û vekirina salonên taybet didin şagirtên xwe.

piştî dehan sal ku rêjîmên serdest jin ji mafê wê bêpar hiştibû, di şoreşa 19’ê Tîrmehê de jin pêşengî kir û mafê wê bi saya netewa demokrat di nava rêveberiya xweser de hate parastin.