Kanala ROJAVA TV

BENDÊN HEVPEYMANA CIVAKÎ LI HERÊMÊ TÊN CÎBICÎKIRIN

SILÊMAN EREB - HEVSEROKÊ YEKÎTIYA ŞAREDARIYÊN KANTONA CIZÎRÊ

piştî erêkirina Hevpeymana Civakî li herêmê êdî dest bi cîbicîkirina bendê hevpeymanê tê kirin.
di vê çarçoveyê de yekîtiya şaredariyên kantona cizîrê hate avakirin û li benda hilbijartina ne.
Mecilsa Giştî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12’ê Kanûna sala derbasbûyî Hevpeymana Civakî ya nû erê kirbû.
Yek ji xalên girîng ên hevpeymanê xala 109 a têkildarî avakirina Yekîtiya Şaredariyên Demokratîk a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.
Roja 17ê vê mehê jî hevserok, endamên meclis û rêveberên gerînendeyên 57 şaredariyên Kantona Cizîrê li hola Melek a bajarê Qamişlo civiyan.
Di civînê de Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê hate avakirin.
Li ser mijarê Hevserokê demikî yê Yekîtiya Şaredariyên Kantona Cizîrê Silêman Ereb got: Yekîtî li ser bingeha dermokasiya rastrast hate avakirin.
Silêman Ereb tekez kir ku lidarxistina hilbijartinên şaredariyan wê guhertin û vehguhertinên mezin di karê wan de çêbike.
Hevserokê Meclisa Gelan a Demokratîk Ferîd Etê ragihandbû ku wê di meha Nîsana îsal de hilbijartinên şaredariyan li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk werin her wiha dabû zanîn ku niha yasaya hilbijartinan tê amadekirin û wê pêşkêşî Meclisa Gelan bê kirin. Piştî erêkirinê jî wê hilbijartin pêk werin.