JINÊN ŞEHBA 8’Ê ADARÊ ROJA VEJÎNÊ BI NAV KIR
Jinên kantona Şehbayê 8’ê Adarê roja azadî û vejîna jinan weke rojeke dîrokî û pîroz bi nav kirin.
Her wiha jinan destnîşan kirin ku îroj jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi saya pirojeya demokratîk ya Rêveberiya Xweser di hemû qadan de cih girt.
Bi nêzhatina 8 adarê roja xilas kirina jinan jı zihniyeta desthilatdaran û zordestiyê, jinên cîhanê bi çoşeke mezin amdekariyan dikin.
ji sedê salan ve jin rastî tundiyê dihat û ji mafê xwe yê rewa bê par mabû, lê îroj jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi saya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk mafê xwe girt dest û xwe ji nûve birêxistin kir.
Derbarê mijarê de berdevka mala jin ya Navçeya Fafînê Almaz Hiso axivî û got 8’ê Adarê rojek dîrokî ye.
Endama mala jin Şêrîn Ehmed jî balkişand ser jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku îroj bi saya projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk di hemû qadan de cih girt.
Tevî hemû şert û mercên zehmet û êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî ,lê jinên azadîxwaz çalakiyên xwe ranawestînin û amadekeriyên xwe ji bo roja 8 ê adarê didomîn.