Kanala ROJAVA TV

LI HESEKÊ PÊNGAVA ÇANDINA 500 DARAN HATE DESTPÊKIRIN

Desteya Çandinî û Avdanê ya Kantona Cizîrê bi hevkariya 32 rêxistinên sivîl bi daxuyaniyekê pêngava çandina 500 daran li Hesekê da destpêkirin.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser polîtîkayên qirkirina xwezayî ku ji dewleta Tirk ve pêk tên û hate gotin ku Dewleta Tirk gelek bendav li ser çemên Dîcle û Firatê ava kirine.
Her wiha hate destnîşankirin ku Ji ber polîtîkayên qirkirina jîngehê jêderên avê zuha bûn.
Di dewama daxuyaniyê de bang li NY’yê hate kirin ku li hember siyasetên dewleta Tirk rabin.
Her wiha hate gotin ku armanc ji pêngavê, li hemberî qirkirina jîngehî ya ku Tirkiyê pêk tîne, zêdekirina qada keskahiyê ye.
Piştî xwendina daxuyaniyê beşdaran li cem Pira Beyrûtî û rex Çemê Ceqceqê dar çandin.