ŞÊNIYÊN TAXA KORNÎŞ YA QAMIŞLO JI BO AZADIYA RÊBER APO ÎMZEYÊN XWE DAN
Welatiyên taxa Kornîş ya bajarê Qamişlo ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO îmzeyên xwe dan.
Welatiyan diyar kirin ku, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew amade ne canê xwe jî feda bikin.
Kampanya komkirina îmzeyan ya ji bo azadiya Rêber APO li seranserî herêmê bi coş û beşdariyeke mezin dewam dike.
Ev der jî taxa Kornîş a bajarê Qamişlo ye, pêkhateyên taxê yên ji Kurd, Ereb û Suryan berê xwe didin cihên komkirina îmzeyan û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO belgeyên ku dê ji bo dadgehên mafên mirovan bêne şandin, îmze dikin.
Rêvebira taxê Zibêda Ebdulrehman ji Rojava TV re behsa mekanîzmeya komkirina îmzeyan û coşa gel dike.
Welatiyên ku îmzeyên xwe dan, diyar kirin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO ew amade ne canê xwe jî feda bikin.
Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê roja 9’ê vê mehê dest bi kampanya komkirina îmzeyan kir û dê ev prose heta 4’ê nîsanê bidome.
Li gorî Însiyatîfê dê piştre îmzeyên gel ji bo Yekîtiya Ewrûpayê bêne şandin.