Kanala ROJAVA TV

TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER YA KANTONA CIZÎRÊ 3’EMÎN KONFERANSA XWE LI DAR XIST

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Cizîrê bi dirûşmeya “Bi Vejîna Ciwanan Xwe Rêxistin Bikin, Rêber Apo Azad Bikin” konferans xwe ya 3’emîn li Hesekê li dar xist.

Konferans bi beşdarbûna 500 delgeyên ji kantonên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hola Serdem a bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Piştî xuleyeke rêzgirtinê, Endama dîwana konferansê Mediya Ebdulrehman axivî û lidarxistina konferansê di serî de li Rêber Abdullah Ocalan û li tevahî ciwanan pîroz kir.
Piştî axaftinan, perspektîvên Rêber Apo yên têkildarî rola pêşeng a ciwanan ji bo gel û welatê xwe, hatin xwendin.
Her wiha Rêveberê Ciwanan ê Hesekê Şiyar Efrîn behsa rewşa siyasî ya herêmî û navneteweyî jî kir.
Ciwanên kantona Cizîrê nîqaş li ser xebatên xwe yên ji bo dema pêş jî kirin.