PYD: DIVÊ DEMILDEST REWŞA RÊBER APO WERE ZELALKIRIN
Patiya Yekîtiya Demokratîk PYD Şaxê Helebê piştî erdheja li navçeya Gemîlkê ya nêzî girtîgeha Îmraliyê rû daye banga zelalkirina rewşa Rêber APO kir.
PYD di daxuyniya xwe de diyar kir ku ji ber erdhejan û bandorên wê, fikarên gelê Kurdistan, gelên aştîxwaz û demokrasîxwaz li ser rewşa Rêber Abdullah Ocalan zêde dibin.
PYD Destnîşankir ku CPT berpirsê sûcên dewleta Tirk yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan e.
Di dawiya daxuyaniyê de Patiya Yekîtiya Demokratîk PYD banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo kir.