KAMPANYA KOMKIRINA ÎMZEYAN LI BAJARÊ QAMIŞLO DIDOME
Kampanya komkirina îmzeyan a bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêber APO, li bajarê Qamişlo di roja xwe ya 5’an de dewam dike.
Kampanya li taxên Hilêlêyê, Aşûriyê, Qidûrbeg, Kornîş, Enteriyê, cudî û taxa xerbî her wiha li bajarokên Girbawî û Tenûriyê yên Qamişlo
dewam dike.
Di heman demê de Şaredariya Gel, Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM û Tevgera Ciwanên Şoreşger di nava bazarên bajêr û saziyan de digerin û îmzeyan kom dikin.
Kampanya komkirina îmzeyan li tevahî gund, bajarok û taxên Qamişlo dewam bike.