LI HELEBÊ RÊBAZÊN ÇARESERKIRINA ALOZIYA SÛRIYÊ BI KOMXEBATEKÊ HAT NÎQAŞKIRIN
PYD’ê û desteya rûspiyan ya Helebê ji bo nîqaşkirina rêbazên çareserkirina aloziya Sûriya û Rojhilata Navîn, komxebatek li dar xistin.
Di komxebatê de hate diyarkirin ku rêya çareserkirina aloziyan paradîgmaya neteweya demokratîk ya Rêber APO ye.
Hevdemî dijwarbûna aloziya li Rojhilata Navîn û xitimîna rêyên çareseriyê, li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeyên çareseriyê têne lipêşxistin.
Di vê çarçoveyê de, Partiya Yekîtiya Demokratîk ya Helebê û desteya rûspiyan, îro bi komxebatekê, rêyên çareseriyê nîqaş kirin.
Di panelê de sedemên derktina aloziyan hatin vegotin. Her wisa bal li ser projeya Neteweya Demokratîk ya Rêber APO hate kişandin û weke rêya çareseriyê hate destnîşankirin.
Beşdarên komxebatê jî bi berfirehî li ser zihniyeta desthilatdar rawestiyan û bandorên wê yên li ser civakê jî nîqaş kirin.
Komxebata PYD’ê û Desteya Rûspiyan ya li Helebê bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser serwerkirina projeya Neteweya Demokratîk hate kirin.