Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA JINAN A MALBATÊN ŞEHÎDAN DAXWAZA AŞKEREKIRINA REWŞA RÊBER APO KIR

Komîteya Jinan a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo derbarê erdheja ku li derdora greva Îmraliyê pêk hatin de daxuyaniyek da û daxwaza aşkerekirina rewşa Rêber APO kir.

Komîteyê di daxuyaniya xwe de got, dewleta tirk û dewletên komploger li dijî Rêber Abdullah Ocalan tecrîdeke giran ferzkirine, armanc ji van siyasetan jî ew e ku vîna gel, pêkhate û mezhebên ku felsefeya Rêber APO ji xwe re bingeh dibînin, bişkînin û wan bê maf bihêlin.

Komîteyê balkişand li ser erdhejên ku li derdora greva Îmraliyê pêkhatin û got, ew ji ber rewşa Rêber Abdullah Ocalan û negirtina agahiyekê ji Îmraliyê bi fikarin, her wiha divê demildest tecrîda li Îmraliyê were rakirin û rewşa Rêbertî were zelalkirin.

Komîteyê siyasetên ne exlaqî yên li dijî Rêber APO bi tundî şermezar kir û bang li aliyên peywendîdar ku helweseteke cidî derbarê kiryarên dewleta Tirk de bistîne.