LI DÊRAZORÊ REWŞA KESÊN JI KAMPA HOLÊ VEGERIYANE, HAT NÎQAŞKIRIN
Li Dêra Zorê Komîteya Karûbarên civakî komxebatek bi bin dirûşmeya Bersivdaneke baştir ji yekbûna civakê re…ji bo kesên vegeriyayî li dar xist.
Komxebat bi beşdariya bi dehan ji endam û rêveberên Desteya Serokatiya Meclisa Sivîl a Dêra Zorê, komîteyên meclîsê û rêxistinên navneteweyî û herêmî yên li Dêrezorê hat lidarxistin.
Di komxebatê de bi berfirehî projeya Komîteya Karûbarên Civakî û Xebatê ya ji bo kesên ku ji kampa Holê vegeriyane, hate nirxandin.
Piştre deriyê nîqaşê hate vekirin û komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû.