Kanala ROJAVA TV

TEVGERA CIWANÊN ŞOREŞGER A MINBICÊ KONFERANSA XWE YA 2’EMÎN LI DAR XIST

Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Kantona Minbicê konferansa xwe ya duyemîn li dar xist.

Bi dehan endamên tevgerê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî tevlî konferasnê bûn.

Di konferansê de prespektîvên Rêber APO hatin xwendin û rewşa tevgerê hate nîqaşkirin.

Her wiha karûxebatên ku Tevgera Ciwanên Şoreşger ya Kantona Minbicê di nava sala derbasbûyî de pêk aniye, bû rojeva sereke ya nîqaşan.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û tê de tekezî li ser azadiya fîzîkî ya Rêber APO hate kirin.