RÊVEBERIYA XWECIHÎ YA EFRÎNÊ QUTKIRINA AVÊ JI ALIYÊ UNICEF’Ê VE ŞERMEZAR KIR
Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan a kantona Efrîn û Şehbayê derbarê qutkirina ava kamp, gund û bajarokên Şehbayê ji aliyê UNICEFê ve daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi sê zimanan Erebî, Kurdî û Ingilîzî ji aliyê endamên rêveberiya herêmî ya kantona Efrînê ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de hate gotin, tevî hemû eş û zaran gelê Efrînê li ber xwe dide û têkoîşînê dike.
Her wiha qutkirina avê ji aliyê UNICEF’ê ve hate şermezarkirin û hate gotin ku biryar dikeve xizmeta polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker.
Her wiha Desteya rêveberiya herêmî û şaredariyan bang li rêxistinên mirovî kir ku destwerdanê bikin.