Kanala ROJAVA TV

KOMÎTEYA JIN A MINBICÊ BANGA ZELALKIRINA REWŞA RÊBER APO KIR

Komîteya jin a kantona Minbicê bi daxuyaniyekê banga zelalkirina rewşa Rêber APO kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin:” Êdî ji kesî re ne veşartî ye ku sedema bingehîn a tecrîda girankirî û îşkenceya li ser Rêber Abdullah Ocalan, di serî de negihîştina hêzên hegemonîk a armancên xwe ye”.

Her wiha hate diyarkitin ku Rêbertî di girtîgehê de li Girava Îmraliyê li hember hemû cureyên êşkenceyê li ber xwe bide.

Di dawiya daxuyaniyê de komîteya jin a kantona Minbicê banga rakirina tecrîda li ser Rêber Apo kir.