Kanala ROJAVA TV

BERNAMEYA ÇALAKIYÊN 8’Ê ADARÊ LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ AŞKERE BÛ

Platforma çalakiyên hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên ji bo 8’ê Adarê, Roja Jinên Kedkar a cîhanî aşkere kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku dê li seranserî herêmê çalakîyên girseyî bêne lidarxistin.

Platforma çalakiyên hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan bi daxuyaniyekê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê, roja jinên kedkar a cîhanî aşkere kir.

Daxuyanî li Parka 4’ê Nîsanê ya li Hesekê bi beşdariya rêveber û endamên rêxistinên jinan hate xwendin.

Di daxuyaniyê de dema destpêkirina çalakiyan ji 24’ê Sibatê heta 8’ê Adarê hate destnîşankirin û dê dirûşmeya “Bi vîna jina azad em ê siyasetên qirkirin, dagirkerî û tecrîdê têk bibin” li xwe bigre.

Li gorî plansaziya platformê dê li seranserî herêmê, çalakî, komxebat, pêşangeh û civîn bêne lidarxistin.

Piştî lidarxistina civîn û semîneran, dê roja 8’ê adarê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê, Şehba, Heleb, Şam, Başûr, Lubnan û Ewropayê meşên mezin bêne lidarxistin.

Her wisa kampanyayên Haştagê jî bêne destpêkirin.