Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD SORXWÎN ROJHILAT LI DÛ XWE MÎRASEKE TIJÎ LEHENGÎ HÊLA

Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat beriya ku şehîd bikeve, behsa kêliyên şerê Kobanê û berxwedana şervanan kiribû.

Şehîd Sorxwîn wê demê gotibû, heta henaseya dawiyê em ê ji bo welatekî azad bi serokatiyekî azad re li ber xwe bidin.

Wê gotina xwe kir û di pratîkê de jî pêk anî.

Dema ku çirûska şoreşa 19’ê Tîrmehê li Rojavayê Kurdistanê geş dibû, bi sedan keç û xortên Kurd sînorên ku welatê wan parçe kiribûn, herifandin û bi hawara şoreşê ve hatin.

Di cenga giran ya Kobanê de jî piştî banga seferberiyê ya Rêber APO, zarokên welatê agir û rojê berê xwe dan Kobanê.

Yek ji wan leheng û qehremanan jî, keça Makoya Rojhilatê Kurdistanê nemir Sorxwîn Rojhilat bû.

Fermandar Sorxwîn beriya ku derbasî Kobanê bibe, bi van gotinan behsa hestên xwe dike.

Şehîd Sorxwîn qala kêliyên hestyar ên piştî banga seferberiyê û herikîna azadîxwazan ya nava refên berxwedanê dike.

Fermandara YPJ’ê Sorxwîn Rojhilat piştî 18 salên tijî têkoşîn, tevî hevrêya xwe Azadî Dêrik roja 11’ê sibatê di encama êrîşa dewleta Tirk de şehîd bû.

Sorxwin En Son