GIRINGIYA ZIMANÊ DAYÎKÊ BI KOMXEBATEKÊ LI HESEKÊ HAT NÎQAŞKIRIN
Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Hesekê bi boneya roja cîhanî ya zimanê dayîkê, komxebatek li dar xist û behsa giringiya ziman kir.
Komxebat bi beşdariya bi dehan nivîskar û zimanhezên Hesekê, nûnerên saziyên rewşenbîrî û partiyên siyasî hat lidarxistin.
Di komxebatê de behsa giringiya vejandin û bikaranîna zimanê dayikê hate kirin.
Birêvebirên komxebatê behsa ezmûna Rêveberiya Xweser jî kirin û gotin, piştî avabûna rêveberiyê pergala pirzimanî bi pêş ket û wê yekê rê da ku zimanê Kurdî jî di nav de, zimanên din yên herêmê ji pişaftinê bêne parastin.
Beşdarên komxebatê jî nêrînên xwe bi parve kirin û tekezî li ser bikaranîna zimanê dayîkê kirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sê zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî zimanên fermî ne.