Kanala ROJAVA TV

ŞÊX MURŞID LI SER TÊKILIYÊN PÊKHATEYÊN HERÊMÊ SEMÎNEREK DA

Şêx Murşid Maşûq El- Xiznewî li baxçeyê xwendinê ya li bajarê Qamişlo li ser têkiliyên pêkhateyên herêmê û xurtkirina biratiya gelan, semînerek da.

Semîner bi sponseriya yekîtiya rewşenbîran ya kantona Cizîrê û bi beşdariya rûspiyên herêmê hate lidarxistin.

Di semînerê de şêx behsa pergala bihevrejiyana ya pêkhateyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Her wiha da zanîn ku piştî avabûna Rêveberiya Xweser ew pergal hîna geştir bû û divê her dem wisa bimîne.

Şêx Murşid Maşûq El- Xiznewî behsa aliyên têkder yên ku dixwazin tevliheviyê derxin, kir û got, divê em guh nedin wan aliyan.

Piştre beşdarên semînerê jî nêrînên xwe bi parve kirin.