Kanala ROJAVA TV

RÊWÎTIYA BEHIR EBÛ SÊF DI CÎHANA PEYKERSAZIYÊ DE

Huner yek ji stûnên bingehîn e ku bajarê Reqayê pê tê naskirin.
Peykersaz Behir Ebû Sêf yek ji wan nimûneyan e ku mirov dikare bêje xwedanê hunera resen û kevneperest li wî bajarî ye.

Bajarê Reqayê ji navdêrtirin bajarên xwedî çand û hunereke resen e, tevî ku çiqas rojên reş û tarî jî ditin lê dîsa weke landika çanda Firatê tê dîtin.

Şîroveya gotina me li cem Behir Ebû Sêf ê ku ji madeya filînê hunera xwe belav dike, bi cih dibe:

Ebû Sêf bawer dike ku hunera neqişandina li ser filînê, dê bikribe parastina mîrateyên kevnar û çanda herêmê biparêze.

Peykarsaz Behir Ebû Sêf weke bang li her mirovên jêhatî dike ku li pey hunera xwe biçe û ti carî guh nedin gotinên jihêzxistinê.

Hunera xweş ya Ebû Sêf, Xelkê bajarê Reqayê ber xwe dikşîne, ji bo dîtina peykerên wî yên hunerî bi awayekî rojane xelkên bajêr li peykergeha wî dibin mêvan.