LI QAMIŞLO BI BONEYA ROJA ZIMANÊ DAYIKÊ PANELEK HATE LIDARXISTIN
Bi boneya Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê Zanîngeha Rojava û Saziya Zimanê Kurdî (SZK) panelek li dar xistin.
Panel li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişlo bi beşdarbûna mamoste û xwendekarên Zanîngehê, rewşenbîr, wergervan, nivîskar, endamên (SZK) û Kongra Îslama Demokratîk, hate lidarxistin .
Di panelê de mijarên weke, oto asîmîlasyon û siyaseta zimanî hat nîqaşkirin.
Her wiha çawaniya parastina zimanê Kurdî û geşkirina perwerdeya bi zimanê zikmakî jî bûne mijarên nîqaşê.
Panel bi gotina Helbestan ji aliyê Salih Heydo û Beşîr Mele Newaf ve bi dawî bû .