ŞÊNIYÊN HELEBÊ SERSAXÎ DAN MALBATA ŞEHÎD BAKUR EFRÎN
Şêniyên taxên Şexmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi merasîmekê sersaxî dan malbata Şehîd Bakur Efrîn.
Şervanê YPG’ê Bakur Efrîn roja 22’ê meha derbasbûyî di encama qezayeke dijwar de li Tebqayê şehîd bû.
Bi sedan şûniyên Helebê, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û partiyên siyasî sibeha îro berê xwe dan bin konê sersaxiyê yê şehîd.
Di merasîma sersaxiyê de axaftin hatin kirin û hate gotin ku, planên hêzên têkder û komploger dê ti carî nikaribin vîna wan bişkînin.
Di dawiyê de Meclisa Malbatên Şehîdan wesîqeya şehîd xwend û radestî malbata wî kir.