Kanala ROJAVA TV

BI DAMEZIRANDINA RÊVEBERIYA XWESER RE AZADIYA ZIMAN PÊK HAT

COZFÎN SOMÊ - RÊVEBERA SAZIYA OLAF TAO YA PERWERDEYA ZIMANÊ SURYANÎ

Rêvebera Saziya Olaf Tao ya perwerdeya bi zimanê Suryanî Cozfîn Somê got:” Hikumeta Şamê zimanê Suryanî paşguh kiribû, lê zimanê wan heta îro bi saya dêran hat parastin.
Her wiha da zanîn, piştî ku Rêveberiya Xweser hate damezirandin, ew bi awayekî azad bi zimanê xwe diaxivîn û dijîn.

Îro 21’ê Sibatê Roja Zimanê dayîkê ya Cîhanê ye, ev roj li seranserî cîhanê bi rêûresmên cuda tê pîrozkirin.

Di sala 1952`an de dema ku Bengladeşî ji bo parastina zimanê xwe daketin qadan, polîsên pakistanî rê li ber xwepêşandana wan girtin û gelek ciwanên bengalî qetil kirin.

Piştre Neteweyên Yekbûyî roja 21’ê sibatê weke Roja Zimanê dayîkê ya Cîhanê destnîşan kir.

Rêvebera Saziya Olaf Tao ya perwedeya bi zimanê Suryanî Cozfîn Somê ji Rojava TV re got: Hikumeta Şamê zimanê Suryanî li Sûriyê paşguh kiribû, lê zimanê wan heta îro bi saya dêrê hat parastin.

Her wiha Cozfîn Somê tekez kir ku ew di bin saya Rêveberiya Xweser de bi awayekî azad bi zimanê xwe diaxivin û zimanê wan li bermaber berê gelekî bi pêş ketiye.

Saziya Olaf Tao bi piştevaniya Rêveberiya Xweser hewlên xwe yên geşkirina zimanê Suryanî û belavkirina wê ya di nava civakê de bi xurtî didomîne.