Kanala ROJAVA TV

ŞÊX MURŞID MAŞÛQ EL XIZNEWÎ SEMÎNEREK LI QAMIŞLO LI DAR XIST

Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî ku piştî 18 salan serdana Bakur û Rojhilatê sûriyê kir, derbarê “netew û ol” de semînerek li bajarê Qamişlo li darxist.

Semîner li Navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi beşdariya hejmarek ji xelkên bajêr, endamên saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî û endamên Kongreya Îslama Demokratîk hat lidarxistin.

Beşdaran di semînerê de bixêrhatina Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî kir.

Her wiha Şêx Murşid El Xiznewî behsa fedakariyên şehîdan di Şoreşa 19ˊê Tîrmehê de ku bû sedema ewlehî û aramiyê, kir.

Derbarê rastiya îslam û olan de El Xiznewî axivî û anî ziman ku divê şêx û îmam rola xwe di belavkirina îslama rast de li kêlek doza Kurdî bilîzin.

Piştî 18 salan Şêx Murşid Maşûq El Xiznewî gihaşt Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.