Kanala ROJAVA TV

ŞEHÎD ŞOREŞ EFRÎN Û ŞÎLAN EFRÎN BI MERASÎMEKE GIRSEYÎ LI ŞEHBAYÊ HATIN OXIRKIRIN

Şervanê HREˊyê Şoreş Efrîn û şervana YPJˊê Şîlan Efrîn bi merasîmeke girseyî li goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Şehbayê hatin oxirkirin.

Şervanê Hêzên Rizgariya Efrînê Îsmaîl Ekrime bi nasnav (Şoreş Efrîn ) dema li ser erka xwe bû di encama nexweşiyê de 18’ê Sibatê de gihişt asta şehadetê.

Şervana Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Şêrîn Horîk bi nasnav (Şîlan Efrîn ) jî di 22ˊyê Çileyê de li Tebqayê gihişt asta şehadetê.

Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê cenazeyên herdu şehîdan ji Nexweşxaneya Avrîn a navçeya Fafînê ya Şehbayê wergirtin û ber bi goristanê ve bi rê ketin.

Li goristanê axaftin hatin kirin, tê de sersaxî ji bo malbatên şehîdan û gelê azadîxwaz hat xwestin.

Her wiha di axaftinan de hat diyarkirin ku dê têkoşîna şehîdan berdewam bike û armancên wan pêk were.

Di dawiyê de wesîqeyên şehîd Şoreş Efrîn û Şîlan Efrîn hatin xwendin û radestî malbata wan hatin kirin.