Kanala ROJAVA TV

LI NAVÇEYA AMÛDÊ DEST BI PAQIJKIRINA KOLANAN HATE KIRIN

RODANA HISO- ENDAMA RÊXISTINA ŞAR

Rêxistina Şar bi hevkariya şaredariya navçeya Amûdê, dest bi kampanyaya paqijkirina kolnanên navçeyê kirin.

Kampanyaya paqijiyê dê 44 rojan dewam bike û tê de kolanên sereke yên bajêr bêne paqijkirin.

Her wiha bi hevkariya desteya perwerde û fêrkirinê jî dê dibistan bêne paqijkirin û taqîkirin.

Li gorî rêvebirên kampanyayê 100 kedkar bi vî karî radibin û piştre dê darên cur be cur jî bêne çandin.

Xelkê navçeya Amdûê jî alîkariyê didin kedkaran û bi hev re ji bo ciwankirina bajarê xwe, dixebitin.