Kanala ROJAVA TV

ŞÊNIYÊN HELEBÊ BI MERASÎMEKÊ CENAZEYÊ ŞEHÎD BAKUR EFRÎN OXIR KIRIN

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi merasîmeke girseyî cenazeyê Şehîd Bakur Efrîn oxir kirin.

MIXŞervanê YPG’ê Bakur Efrîn 22 meha derbasbûyî tevî 5 hevrêyên xwe di encama qezayeke dijwar de li Tebqayê şehîd bû.

Şêniyên her du taxan û koçberên Efrînî cenazeyê şehîd ji pêşiya nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir wergirtin û ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.

Li goristanê li ser navên hêzên leşkerî û meclisa taxê axaftin hatin kirin.

Axêveran diyar kirin ku ew ê armancên şehîdan bi jiyanî bikin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Cenazeyê şehîd bi dirûşmeyên şehîd namirin hat oxirkirin.