RÊVEBERIYA SIVÎL A DÊRAZORÊ KARGEHEKE MADEYÊN PAQIJIYÊ VEKIR
Rêveberiya Sivîl a Kantona Dêrazorê bi armanca pêşxistina aboriya bajêr û li gorî encamnameya kongreya xurtkirina aramî û ewlehiyê, kargeheke madeyên paqijiyê vekir.
Kargeh bi hevkariya Komîteya Aboriya Civakî li bajaroka Meamil a Kantonê hat vekirin.
Di kargehê de madeyên paqijkirina çekan û gelek cûreyên madeyên paqijiyê tên çêkirin.
Li gorî Rêveberiya Komîteya Aboriya Civakî, armanca wan a sereke piştgiriya beşên taybet her wiha xurtkirina berhemên xwecihî di nava civakê de ye.
Di heman demê de armanc ji vekirina kargehê alîkariya malbetên xizan, ,malbatên şehîdan û pêkanîna pêdiviyên şêniyan e.
Li kantona Dêrazorê gelek projeyên ji bo pêkanîna pêwîstiyên şêniyan hatin vekirin, ji wan projeyan: xwedîkirina sewal, pez û dewaran, kargeha bozê, xweringeh û firne bûn.