GABRÎYÊL ŞEMÛN: BI SAYA RÊVEBERIYA XWESER ZIMANÊ SURYANÎ GEŞTIR BÛ
Cîgirê hevserokatiya meclîsa cîbicîkar a Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Gabrîyêl Şemûn roja cîhanî ya zimanê dayîkê li tevahî pêkhateyên herêmê pîroz kir.
Şemûn got, bi saya Rêveberiya Xweser hemû zimanên li herêmê û bi taybetî zimanê Siryanî geş bû û rêyeke ronîdar li pêşiya geşkirina ziman hate vekirin.