Kanala ROJAVA TV

DESTEYA ÇANDÊ YA MINBICÊ BI ŞAHIYEKÊ 3 NIVÎSKAR Û ŞÛNWARNAS XELAT KIR

Desteya çand û hunerê ya Kantona Minbicê ji bo xelatkirina hejmerek nivîskar û şûnwarnasan, şahiyek li dar xist.
Bi dehan nivîskarên Minbicê, şûnwarnas, rewşenbîr û nûnerên Rêveberiya Xweser amade bûn.
Di şahiyê de behsa rola rewşenbîran ya di nava civakê de û erkên ku li ser milê wan dikeve, hate kirin.
Her wiha bal li ser rola şûnwarnasan ya di parastina deverên dîrokî de hate kişandin.
Piştre her du nivîskarên bi navên Zehîda Îshaq û Reşîd Ebas, her wiha şûnwarnas Ebdilwehab Şêxo jî hatin xelatkirin.