LI KOBANÊ ŞEHÎD OSMAN DADELÎ LI SER GORA XWE HAT BIBÎRANÎN
Damezrînerê PYD’ê Şehîd Osman Dadelî di salvegera 16’an a şehadeta xwe de li ser gora xwe ya li gundê Dadelî yê Kobanê hat bibîranîn.
Bi sedan şêniyên kantona Firatê beşdarî merasîma bîranînê bûn.
Di merasîmê de axaftin ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan û nivîsgeha têkiliyên siyasî ya PYD’ê ve hatin kirin .
Axêveran diyar kirin ku Şehîd Osman li hemberî zulm û zordariya partiya Baasê serî hilda, di dawiyê de ji ber îşkenceyê di zindanê de şehîd bû .
Her wiha destnîşankirin ku Osman Dadelî heta kêliya dawiyê ya jiyana xwe têkoşiya .
Merasîma bîranînê bi dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.