HRRK’Ê BI ÇALAKIYEKE HUNERÎ HUNERMENDÊ EFRÎNÎ MIHEMED ELÎ TICO BI BÎR ANÎ
WELÎD BEKIR - ENDAMÊ HRRK’Ê
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) bi boneya 12’mîn salvegera koça dawî ya hunermendê Efrînî Mihemed Elî Tico, çalakiyeke hunerî li bajarê Qamişlo li dar xist.
Çalakî di bin durişmeya “Bîranîna Hunermend Mihemed Elî Tico” li navenda HRRK ya li taxa siyahî, bi beşdareya bi dehan ji rewşenbîr û hunermendan hat lidarxistin.
Di çalakiyê de sînvizyonek ji stranên hunermendê nemir Mihemed Elî Teco hat pêşkêşkirin.
Paşê derbarê ked û nirxê Mihemed Elî Teco di parastina çanda çiyayê kurmênc de axaftin hat kirin.
Çalakî yek ji çalakiyên “Êvarên Çiyayê kurmênc” bû ku HRRK bi boneya berxwedana Efrînê dest pê kiriye û dê heta 18’êAdarê, roja bîranîna dagirkirina Efrînê berdewam bike.