Kanala ROJAVA TV

DESTEYA PERWERDE Û FÊRKIRINÊ YA ŞEHBA ŞEHÎD EGÎD ÇÎLO BI BÎR ANÎ

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Şehba-Efrînê bi şevbuhêrkeke hunerî Şehîd Ekîd Çilo di salvegera 5’emîn de bi bîr anî.

Di çalakiya şevbuhêrkê de Saziyên Rêveberiya Xweser, Partiyên Siyasî, Tevger, Rêxistin û Deste amade bûn.

Di çalakiyê de li ser navê Meclîsa Malbatên Şehîdan û Desteya Perwerdeyê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de Şehîd Egîd Çîlo hat bib îr anîn, her wiha giringiya zimanê dayikê û fedekariya Şehîd Ekîd Çilo di qonaxên xebata ku meşandiye de hat nirxandin.

Paşê sinviziyonek li ser jiyana Şehîd Egîd Çilo hat pêşandan.
Di dawiyê de beşdaran tekezî li ser berdewamiya rêya Şehîd Egîd û hemû şehîdên azadiyê kirin.