ÎNSIYATÎFA GEL A MINBICÊ DEST BI KOMKIRINA ÎMZEYAN KIR
Însiyatîfa Gel a ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a kantona Minbicê bi daxuyaniyekê dest bi komkirina îmzeyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan kete sala 26’an. Hêzên kapîtalîst di wê baweriyê de bûn ku bi dîlgirtina Rêber Abdullah Ocalan, dê fikra rizgariyê tune bike. Lê belê Rêbertî bi berxwedana xwe ew komplo têk bir.
Her wiha hat diyarkirin ku, li ser bingeha nirxên exlaqî ji bo piştgiriya doza azadiya Rêber Abdullah Ocalan em radigihînin ku şêniyên bajêr û endamên însiyatîfê tev li hemleya komkirina îmzeyan ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan dibin.