LI KANTONA DÊRAZORÊ KOMPLOYA 15’Ê SIBATÊ HATE ŞERMEZARKIRIN
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Rêveberiya Perwerdeyê a kantona Dêrezorê bi du daxuyaniyên cuda komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin.
Di her du daxuyaniyan de hate gotin, komploya ku li dijî rêber Abdulah Ocalan hate meşandin li dijî hemû mirovahiyê û şoreşa Fikrî ya jin bû.
Her wiha hate diyarkirin ku dê komplo bi tu awayî bandorê li şoreşa Firkirî ya ku Rêbertî afirandiye, neke.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk û Rêveberiya Perwerdeyê a kantona Dêrezorê di dawiya daxuyaniyên xwe de diyar kirin ku hêzên komploger bi hemû planên qirêj komplo pêk anîn, lê ew ê li ser piya bin heta ku Rêber Abdulah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.