Kanala ROJAVA TV

XELKÊN ŞÊXMEQSÛDÊ SERPÊHATIYÊN BERXWEDANA SALA 2016’AN VEDIBÊJIN

Di 16’ê Sibata 2016‘an de çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji 3 aliyan ve bi çekên giran, top û obûsan dest bi êrîşa li ser taxa Şêxmeqsûd ya Helebê kirin.

Li hemberî êrîşê şervanên YPG’ê û YPJ’ê û bi piştgiriya xelkên taxê berxwedaniyeke dîrokî kirin.

Şahidên wî şerî ji Rojava Tv re behsa kêliyên berxwedaniyê dikin.

Di 16’ê Sibata 2016’an de 27 komên çete bi piştgiriya dewleta Tirk a dagirker êrîşî taxa Şêx Maqsûd a Helebê kirin.

Li hemberî vê êrîşê şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi piştgiriya xelkên taxê berxwedaniyeke dîrokî meşandin û nehiştin armancên dijmin pêk werin.

Her wiha tevgera civaka demokratîk TEV- DEM’ê jî seferberiya giştî ragihand û berxwedan derbasî qonaxeke nû bû.

Endama têkiliyên Dîplomasî ya partiya Yekîtiya Demoqratîk Jiyan Berkel ku wê demê mamostetî dikir, behsa kêliyên berxwedaniyê dike.

Endamê meclisa PYD’ê ya Helebê Mihemed Şêxo jî got, sekn û berxwedana gel ya bi heybet êrîş têk bir.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk di şer de çekên kîmyewî jî bi kar anîn, lê gelê taxê xwe radest nekir û li gorî pîvanên şerê gelê şoreşgerî seferber bûn û ta niha têkoşîna xwe didomînin.