Kanala ROJAVA TV

LI TAXA EŞREFIYÊ, BERXWEDANA ŞÊXMEQSÛD HAT BIBÎRANÎN

Li taxa Eşrefiyê ya Helebê bi boneya salvegera 8’an a destpêkirina êrîşên çeteyên dewleta Tirk li ser taxa Şêxmeqsûd , çalakiyeke bîranînê hate lidarxistin .
Çalakîya bîranînê li Parka Efrîn a li taxa Eşrefiyê bi beşdarbûna endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û şêniyên her du taxan hat lidarxistin.
Di çalakiyê de axaftin ji aliyê YPG’ê ,Kongra Star û Meclisa Malbatên Şehîdan ve hatin kirin
Axêveran destnîşan kirin ku ew ê bi rihê serkeftina Şêxmeqsûd û Eşrefiyê , herêmên dagirkirî rizgar bikin.
Piştre sînevîzyonek li ser berxwedana Şêxmeqsûd hat pêşandan.