Kanala ROJAVA TV

YEKÎTIYA DERMANFIROŞÊN QAMIŞLO KONFERANSA XWE YA 4’EMÎN LI DAR XIST

Yekîtiya Dermanfiroşên Qamişlo îro li Navenda Çand û Hûnerê ya Mihemed Şêxo kanferansa xwe ya çaremîn li dar xist.

Di konferansê de Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso axivî û bal kişand ser erk û rola dermansazan.

Piştre Hevserokê Yekîtiya Dermanfiroşên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê Evdilselam Mehmûd axivî û da zanîn ku eger ew bi yekrêrêzî kar bikin, ew ê karibin hedefên xwe pêk bînin û xizmeteke baş ji bo civakê bikin.

Her wiha xebatên yekîtiyê hatin nirxandin û li ser pirsgirêkên tenduristiyê û dermanfiroşan nîqaş û pêşnîyar hatin kirin.

Di dawiya konferansê de 11 kes ji bo endamtiya meclisa yekîtiyê û 2 kes jî, wekî yedek hatin hilbijartin.